Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê projeya sazkirina pergala enerjiya rojê ji bo stasyona ava vexwarinê ya li Dîban El Kebîra (El Hifil) bi dawî kir.
Yekitiya Şaredariya Dêrazorê di dawiya meha Çileyê de dest bi sazkirina pergala enerjiya rojê ji bo stasyona ava vexwarinê ya li Dîbanê kir.
Stasyon ava vexwarinê ji çemê Firatê digihîne 15 taxên nava bajarok.
Di projeyê de 343 panelên rojê yên 120 kîlowatt hatin danîn.
Jenerator û panelên elektrîkê hatin sererastkirin û ji bo parastina stasyonê sûr hate danîn.
Her wiha li gorî Şaredariya Gel a Dîbanê, proje dê saetên karkirina stasyonê rojane bike 12 saet,ku berê tenê 4 saetan dixebitî.
Rêveberê stasyonê Emîn El Hifil diyar kir ku stasyon avê digihîne 15 hezar şêniyan.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê hewl dide ku pergalên enerjiya rojê ji bo hemû stasyonên ava vexwarinê ava bike da ku saetên xebitandina stasyonan zêde bike.



