Wezareta Parastinê ya Amerîkayê “Pentagon” derbarê raporên ku dibêjin Amerîka hêzên xwe li Sûriyê kêm dike, bersiv da û got:
Ew ji nû ve hêzên xwe li gorî pêwîstiyan li herêmê belav dikin.
Berdevkê Pentagonê ji ajansa Novostî ya Rûsî re ragihand ku ti planên wan ên kêmkirina hebûna hêzên wê li Sûriyê nîne û got:
Li gorî pêwîstiyên meydanî em hêzên xwe bi rengekî dorveger li herêmê belav dikin.
Ev yek guherbariya stratejiya parastinê ya Amerîkayê, û karîna wê ya bersivdayîna ji gefên ewlehiyê yên cuda re nîşan dide.
Hêzên me dikarin li her devera cîhanê bi lezûbez pozisyona xwe ya parastinê li gorî rastiya li ser erdê biguherîne.
Roja Sêşemê televizyona CBS News ragihand ku Amerîka plan dike ku hêzên xwe li Sûriyê kêm bike.



