Konseya Rêveber a KNK’ê cejna Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) a civaka Êzidî pîroz kir û got:
“Hêviya me ewe ku cejn, bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan tevan.”
KNK’ê bi peyamekê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir.
Di destpêka peyama KNK’ê de hate gotin:
Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye.
Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye.
Peyama KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
Em cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.
KNK: Divê îradeya xelkê Şengalê esas bê girtin
KNK’ê da zanîn ku Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye û wiha anî ziman:
Niha jî hikumeta Bexdayê jî di nav de ji aliyê hinek hêzan ve, li Şengalê dem bi dem provokasyon têne çêkirin.
Amanca van provokasyonan ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hilweşînin û gelê Şengalê bê rêveberî û bê parastin bihêlin.
Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin.
Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.
Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye.



