Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku hevdîtina bi Serokomar Erdogan re gava yekemîn e ku mirov dikare bibêje ‘şênberî’.
Gulistan Kiliç Koçeyîgît diyar kir ku di hevdîtina bi Wezareta Edaletê re dê gelek mijar bên nîqaşkirin û rojeva sereke jî azadiya birêz Abdullah Ocalan û şert û mercên xebatê ye.
Banga Sedsalê ya rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de ket rojeva cîhanê, ji Îmraliyê ji bilî hevdîtinên malbatê 3 têkiliyên siyasî hatin kirin.
Piştî van geşedanan heyet bi partiyên siyasî re û di dawiyê de bi Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Rêveberê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Efkan Ala re di 10’ê Nîsanê de hevdîtin pêk anî.
Her wiha wê endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî wê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît detayên hevdîtina bi Serokomar re û hevdîtina ku dê bi Wezareta Dadê re bê kirin axivî û got:
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Ocalan bangawaziyeke pir girîng bû ku hemû rêgez şikand û rê li ber destpêkeke nû vekir.
Li gel vê pêşwaziya erênî jî, hikûmeta AKP’ê ev demeke dirêj e ku tu gavên berbiçav neavêt.
Me bi koma AKP’ê re di asta hevserokatiyê de hevdîtin pêk anî.
Heyeta me careke din bi AKP’ê re hevdîtin kir, lê helbet girîngiya sembolîk a li vir hevdîtina bi Serokkomar re bû.
Ev hevdîtin jî pêk hat, girîng û bi wate bû.
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha pê de çû:
Di agahiya heyeta me da hat gotin ku hevdîtin pir erênî derbas bû û bi rastî qonaxeke nû ye.
Dîsa di vê banga dîrokî de pozîsyona taybet a birêz Ocalan, helwesta wî ya bêhempa, ji bo ku ev bang bibe kolektîf divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin, ev yek ji Serokkomar re hatin vegotin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê rêziknameya qanûnî were çêkirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal bir ser tecrîdê û wiha got:
Heta ku tecrîd neyê rakirin û şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan neyê peydakirin, pêvajo bi awayekî baş pêş nakeve.
Di vê pêvajoyê de divê ji bo her yekê rêziknameya qanûnî were çêkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtinên bi Wezareta Dadê re wê tecrîd mijara sereke be
Piştî ku pêvajo dest pê kir ev dê bibe yekem serdana fermî ya heyeta me û Wezareta Dadê.
Em di wê baweriyê de ne ku dê mijarên girîng ên taybetî werin nîqaş kirin.
Bi taybetî rakirina tecrîdê, peydakirina şert û mercên ku birêz Ocalan ne tenê bi heyetê re, bi her kesê ku bixwaze re hevdîtinê bike.
Hêvîdar im ku di serdema nû de ji axaftin, gotin û vegotina Birêz Ocalan bi awayekî berfirehtir fersenda me hebe ku em guh bidin wateya vê bangê.



