Li Sûriyê di 24 saetên dawîn de13 kes di nav di zarok jî hene, hatin kuştin.
Li Sûriyê bi taybet li herêmên ku di bin serweriya desthilata Şamê de û yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, revandin û kuştinê dewam dikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetên dawîn de 13 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyan li gundê Elanî yê Idlibê zarokek di encama lîstina zarokekî bi çekê, zarokek din hat kuştin.
Li bajarê Senemên yê li Derayê ciwanek jî bi guleyek bi şaştî ji çekê hevalê wî derketiye, hat kuştin.
Her wiha li bajarokê Hewayîc yê Dêrazorê jî 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku li ser rêya Siriya ya li başûrê bajarê Enxil yê Derayê komeke çekdaran gule li kesekî reşandin û ew kuştin.
Li bajarokê Mezêrîb yê rojavayê Derayê jî 2 endamên desthilata Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hatin kuştin.
Li Sehil El Xab a Hemayê jî cenazeyê ciwanekî ji gundê El Eziziyê ku ji aliyê komeke çekdar ve hatibû revandin, hat dîtin.
Her wiha hate zanîn ku ji ber teqîna bermahiyên şer, li herêma Şola ya li başûrê Dêrazorê kesek û li bajarokê Tesîl ê li rojavayê Derayê kesek û 3 zarok jî hatin kuştin.



