Li bajarê Qamişlo 2 kes bi tawana dizî, bazirganiya çekan û madeyên hişbir hatin girtin.
Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayişê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya înternetê belav kirine, Dezgeha Dijî Tawanan li Qamişlo operasyonek pêk anî.
Hat diyarkirin ku ekibên Dezgeha Dijî Tawanan piştî wergirtina zanyariyan û piştrastkirina kiryaran, 14’ê Nîsanê (2025) li cihên gumanbaran lêgerîn kirine.
Di encama lêgerînan de gelek tiştên diziyê, çek û madeyên hişbir hatin desteserkirin. Têkildarî mijarê 2 kes jî hatin girtin.
Tiştên hatine desteserkirin wiha ev in:
- 3 çekên kalaşnîkov û cebilxaneya wê
- Çekek M16 û cebilxaneya çeka Birno
- Bombeyên destan
- 6 dûrbînên leşkerî
- Ekranên (mezin û piçûk).
- Rext û guleyên çeka BKC
- Demanceyek
- Mertalên (yelek) leşkerî yên bi mezinahiyên cûda.
- 6 hezar û 650 hebên kaptagon û cureyên din ên madeyên hişbir.
- Mîqdarek ji cureyên cuda yên madeyên heşîşê.
- Çenteyê alavên pîşesaziyê û pîvana elektronîk.
- Du guleyên çeka RPG.
Di daxuyaniya hêzên ewlekariyê de hat gotin ku kesên hatine girtin, piştî lêpirsînê ji bo saziyên dadweriyê hatine veguhestin.



