Li Helebê ji bo şehîdê QSD’ê Şervan Ocalan, şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hikmet Kerad û gerîlayê HPG’ê şehîd Şervan Gerîla şîn hat danîn û sersaxî hat xwestin.
Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bo şervanê QSD’ê şehîd Şervan Ocalan (Ehmed Heqî) ku di 21’ê Adara îsal de li bajarê Şedadê şehîd bû, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hikmet Kirad û gerîlayê HPG’ê şehîd Şervan Gerîla konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqûsdê ya Helebê veda.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî herikîn bin kon û sersaxî da malbatên her sê şehîdan.
Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê endama Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt, Sewla Hemdî axivî û bal kişand ser berdêlên ku şehîdan di rêya pêkanîna hêviyên gelên herêmê de dane.
Endamê Meclisa Şehîd Cengîz, Cemal Şêx Mihemed jî di merasîmê de axivî û got destkeftiyên hatine bidestxistin berhema keda şehîdan e. Her wiha got, gel şopdarê fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û serî ji dijmin re natewîne.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin.



