5 roj e desthilata Şamê nahêle konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade kiriye, derbasî herêma perava Sûriyê bibe.
Însiyatefa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd bi armanca piştgiriya xelkê perava Sûriyê ku di navîna Adarê de êriş û komkujî li dijî wan hatibûn kirin, alîkariyê dike.
Konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, 10’ê Nîsanê ji bajarê Qamişloyê ber bi kantona Tebqayê ve bi rê ketibû.
Konvoya alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xurekê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê, 11’ê Nîsanê gihaştibû Tebqayê û sibeha 12’ê Nîsanê ji Tebqayê ber bi herêma peravê ve bi rê ketibû.
Hêzên desthilata Şamê rê neda ku alîkarî derbasî herêmên perava Sûriyeyê bibin û li ser vê yekê konvoy vegeriya Tebqayê.
13’ê Nîsanê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de li Tebqayê daxuyaniyek da. Însiyatîfê di daxuyaniyê de diyar kiribû ku ew bi israr in alîkariyan bigihînin xelkê peravê.
Her wiha xwest korîdorên mirovî werin vekirin da ku alîkarî bigihêjin mexdûran.
Însiyatîfê duh jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ‘Heyva Sor a Erebî Sûriyî’ şert daniye ku alîkarî bi rêya wê û li depoyên wê bên valakirin, lê însiyatîfê ev şert red kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku zextê bikin da ku alîkarî li mexdûran bên belavkirin.
Konvoya yekemîn ku ji aliyê însiyatîfên gel ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û bi beşdariya Hevya Sor a Kurd û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatibûn komkirin, 17’ê Adarê ber bi herêma perava Sûriyeyê bi rê ketibû.



