Şêniyên kantona Cizîrê di şîna şehîd Dilbirîn Qamişlo, şehîd Silêman Qamişlo û şehîd Ebdulezîz Casim de soza domandina berxwedanê da.
Ji bo şervanên QSD’ê Dilbirîn Qamişlo (Kesar Cuma) ku 13’ê Nîsanê li herêma Dîbanê ya Dêra Zorê li ser wezîfeya xwe şehîd bûbû û Silêman Qamişlo (Somer Elî) ku 14’ê Nîsanê ji ber krîza dil şehîd bûbû, konê sersaxiyê li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Enteriyê hat vedan.
Şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Hêzên Asayişê, saziyên sivîl û partiyên siyasî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.
Di bin kon de piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ubeyd Etê axivî. Etê anî ziman ku ew bi şehadeta her du şervanan serbilind in û got:
“Şervanan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer kirin, ji bo parastina erd û gelê xwe tev li refên QSD’ê bûn û li hemberî êrişên hovane, di serî de jî êrişên AKP-Erdogan sekinîn.
Di rêya parastina gel û welatê xwe de şehîd bûn.”
Ubeyd Etê bal kişand ser berxwedan û hevgirtina pêkhateyên herêmê jî û got, xwîna Kurd, Ereb û Asuran li ser vê axê tevlihev bûye ku mozaîkeke berxwedan û jiyana hevbeş nîşan dide.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî axivî û diyar kir ku şehîdan li hemberî hewldanên xirabkirina ewlehiyê bûn mertal û got: “Bi îradeya xwe ya ji pola diyar kirin ku kes nikare vê erdî qirêj bike.”
Sersaxiya ji malbatên her du şehîdan re wê heya berêvarî dewam bike.
Li bajarê Çilaxa jî şervanê QSD’ê Ebdulezîz El Casim ê ku 13’ê Nîsanê li bajarê Şihêl ê Dêra Zorê di kemîna çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû şîn hat danîn. Şêniyên bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê herikîn bin kon û sersaxî dan malbata şehîd.
Di bon konê sersaxiyê de axaftina hatin kirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Feysel Hesen di axaftina xwe de got:
“Bila serê malbata şehîd Ebdulezîz sax be. Ewlehiya li welatê me encama keda şehîdan û berxwedana domdar a hêzên me yên leşkerî ye.”
Feysel Hesen anî diyar kir ku xwîna şehîdan gel kirye yek û wiha domand: “Bi gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe dê bi hevgirtin û yekitiya xwe serkeftinê bi dest bixin.”
Endamê PYD’ê Selman Hesen jî bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojihlatê Sûriyê axivî û got:
“Projeya me projeya xwişk û biratiya gelan e ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin.
Em ê di rêya parastina vê projeyê de berdêlan bidin, ji ber ku ev proje rêya yekane ya bidestxistina serkeftin û azadiyê ye.”
Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokrtîk Hafiz Casir jî diyar kir ku şehîd pêşengên wan ên manewî ne û cihê wan di tevahî pirtûkên pîroz de bilind e.
Hafiz El Casir anî ziman ku dê heya bidestxistina ewlehî û azadiyê şopdarên rêya şehîdan bin.
Piştre wesîqeya şehîd Ebdulezîz Casim hat xwendin û bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” radestî malabata wî hat kirin.



