Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlementerê DEM Partî Siri Sureya Onder şevê din krîza dil derbas kir.
Onder li nexweşxaneyê hate emeliyatkirin.
Bijîşkan ragihand xeteriya li ser jiyanî didome.
Hat ragihandin emeliyeta Onder 12 saetan dewamkir û piştre derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin.
Îro di saetên nîvroyê de bijîşkên Onder, têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya ku lê derman dibû daxuyanî dan.
Bijîşkan diyar kirin ku damarê Aortê ya Onder qetiyaye û aliyê rastê yê dilê wî jî krîz derbas kiriye û dema Onder anîn nexweşxaneyê dilê wî sekinî bû.
Bijîşkan diyar kir ku emeliyateke ku xetereya wê ya mirinê hebû hatiye kirin û tevî ku bi serketî hatiye kirin jî aliyê rastê yê dil encamek baş nedaye.
Hat diyarkirin xetereya li ser jiyana onder dewam dike û tedawiya wî li beşa lênihêrîna awarte didome.



