Li Ewropayê çalakiyên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr dewam dike.
Çalakiya Rûniştinê li Siwîsreyê ku her çarşem li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, di hefteya 220’an de dewam kir.
Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî carek din çalakvanên Cenevreyê li hev kombûn.
Di vê hefteyê de, şehîdên komkujiya Enfalê hatin bibîranîn û komkujiyên li gelê Kurd hatin şermezarkirin.
Li ser navê komîteya amedekar ya çalakiyê, Veysel Kûşkanadi daxuyaniyek da.
Veysel diyar kir ku ji bo banga Rêber Apo tu gavên cidî ji aliyê dewleta Tirk hîn nehatine avêtin û got:
“Dewleta Tirk rojane herêmên Parastina Medyayê, bi çekên giran û kîmyewî bomebaran dike.
Li aliyê din jî di rewşa tecrîdê û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê de hê jî ti guhertin çênebûye.
Li Fransayê jî Çalakiya Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê dewam kir.
Di vê hefteyê de, koma Bordeauxê çalakiyê dewr girtin û gotin:
“Heta ku Rêber Apo azad nebe, wê gelên bindest ên li Rojhilata Navîn azad nebin.”



