Ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Cristhope Sellin destnîşan kir ku piştî banga Rêber Apo divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
Piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand.
Bi biryara agirbestê re êrîşên dewleta Tirk dewam kirin.
Ji Partiya Çep a Fransayê Jean-Christophe Sellin anî ziman ku piştî banga Rêber Apo divê dewleta Tirk gavê biavêje.
Sellin bi bîr xist ku DAÎŞ bi saya PKK, YPG û YPJ’ê hate têkbirin û got:
Divê hêzên navneteweyî dest ji krîmînalîzekirina PKK’ê berdin û PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin.
Her wiha divê birêz Abdullah Ocalan jî ji girtîgehê derkeve û weke mînaka Nelson Mandela ya beriya 30 salan tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bibe.
Sellin dibêje:
Di serî de rejîma Erdogan rejîmên li Rojhilata Navîn xwe dispêrin dîktatoriyê.
Sellin destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn çar dînamîkên girîng hene û wiha bi lêv kir:
Ya yekemîn PKK û Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurd a li dora wê ye.
Ya duyemîn, tecrûbeya xweseriya demokratîk a li Rojava ye.
Ya sêyemîn alternatîfa demokratîk a li Tirkiyê ya li dora DEM Partiyê ye.



