Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê li benda vegera bi ewle ya warên xwe ne..
Koçber dibêjin:”Efrîn nasnameyek e, bêyî garantîkirina hawirdoreke ewle ku rûmeta me û mafên me biparêze, vegera li Efrînê ne mimkun e.”
Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê li navendên demkî bi cih bûne, der barê vegera xwe ya li Efrînê axivîn.
Mihemed El Meşhedanî da zanîn ku ew bi salan koçberî derbas dikin û wiha bi lêv kir:
Em red dikin ku di bin desthilatdariya kesên me dane koçberkirin, bijîn.
Divê veger bi garantiya navneteweyî be ku ewlehiyê mîsoger bike û sivîlan ji kuştin, revandin û diziyê biparêze.
Husnî Necar ku bavê 3 zarokan e destnîşa kir ku ewlehî şertê bingehîn ê vegerê ye û got:
Ne mimkun e malbata xwe vegerînim herêma ku binpêkirin lê dewam bikin û qanûn lê tune be.
Husnî Necar bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku ji bo koçberên Efrînê li warê xwe vegerin destwerdanê bikin û jiyaneke ewle ji wan re mîsoger bikin.
Rozalîn Koşan jî hêvî kir ku vegere warê xwe û wiha anî ziman:
Efrîn ne kevir û dar e, lê nasnameyeke giştî ye.
Eger ev nasname li cihê xwe yê xwezayê neyê vegerandin, hingî wê veger kêm be.
Daxwazên me yê pêşîn ewlehî, mîsogerkirina mafên û vegera ewle ne.



