Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Adeletê yê Tirk Yilmaz Tûnç re ku diviya pêk bihata, ji ber rewşa tenduristiya Sirri Sureyya Onder hate paşxistin.
DEM Partiyê jî ragihand ku dema hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Wezareta Edaletê re wê hefteya bê diyar bibe.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ragihandibû ku hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re ku wê sibe pêk bihata, hate taloqkirin.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de hate gotin:
Hevdîtina ku roja Înê wê di navbera Wezîrê Edaletê û şandeya Îmraliyê de bihata kirin, ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û serdana rêveberên partiya me ya li nexweşxaneyê hate taloqkirin.
Hefteya bê gava ku dema nû ya hevdîtinê diyar bû wê bê parvekirin.
Hevdîtina şandeya Îmralî ya bi Wezîrê Edaletê re hate paşxistin
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Devayê Mehmet Emîn Ekmen li nexweşxaneya ku endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê emeliyat bû,
Ji Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re pirsa hevdîtina 18’yê Nîsanê ya bi Wezîrê Edaletê yê Tirk Yilmaz Tûnç re pêk were, kir.
Bakirhan anî ziman ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder hevdîtin hatiye paşxistin.



