Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ji bo parlementerê Dem Partî Sirri Sureyya Onder ku tedawiya wî didome peyamek şand.
Fîgen Yuksekdag anî ziman ku dê bi hezkirin, piştevanî û duayan Onder dîsa baş bibe û vegere ser peywira xwe ya vê pêvajoya dîrokî.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku tê tedawîkirin, peyamek şand.
Peyama Fîgen Yuksekdag a li ser hesaba wê ya medyaya dijîtal hatiye parvekirin û bi vî rengî ye:
“Bi xemgîniyeke mezin min bihîst ku Sirri Sureyya Onder nexweş bûye û rewşa wî krîtîk e.
Ji dil û can bawer dikim ku dê di demekî herî kin de dîsa bi wî rûyê xwe biken û dilê xwe yê ji bo aştiya gelan lê dide dîsa vegere nav me.
Ez bawerim ku dê bi hezkirin, piştevanî û duayan dîsa baş bibe û vegere ser peywira xwe ya vê pêvajoya dîrokî.
Dilê me bi te re ye…”



