Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di salvegera şehadeta hevrê Ezîz Ereb de daxuyaniyek da û we bi bîr anî.
Federasyona Gaziyan da zanîn ku şehîd Ezîz jiyana xwe ji bo berxwedana hevpar a gelan feda kir.
Daxuyaniya Federaayona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî ye:
Yek ji têkoşer, gerîla û fermandarê Tevgera Azadiyê Hevrê Ezîz Ereb ê 17’ê Nîsana 1986’an li Botanê tevlî karwanê nemiran bû, em bi bi rêzdarî wî bi bîr tînin.
Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kir, ji gelek gel, netewe û baweriyên cuda mirovên herî bijarte, durist û xwedî keramet hewand nav xwe.
Yek ji wan lehengên heqîqetê jî hevrê Ezîz bû yê bi eslê xwe Ereb û dilê wî ji bo xwişk û biratiya gelan lê dida.
Fermandar Ezîz Ereb hîn di destpêka têkoşîna azadiyê de sala 1983’an tevlî nav refên Tevgera Apoyî bû.
Hevrê Ezîz ê bi fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) re jî li Botana dilê Kurdistanê têkoşîn meşand, hê ji wê demê de şoreşa îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê pêkve jiyana gelan ava bûye dîtibû.
Weke gaziyên şer em soz didin gelên xwe em ê heya dawiyê ji bo armanc û hêviyên şehîdan têkoşîn bikin, ax û kerameta gelên xwe biparêzin.



