Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û got:
”Ji bo diyarkirina bernameyeke têkildarî Efrînê bi rêveberiya Şamê re lihev kirine ku civîneke taybet li dar bixin”.
Bedran Çiya Kurd li ser malpera xwe naveroka gera şandeya ji rêveberiya Şamê li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û hevdîtinê agahî parve kir.
Bedran Çiya Kurd wiha anî ziman:
Me bi hev re rêbazên berdewamkirina pêkanîna xalên ji peymanê mane nîqaş kirin.
Naxasim dosyaya girêdayî pevguherîna dîlgirtiyên mayî yên li gel her du aliyan li bajarê Helebê:
Li kêlek wê jî me mekanîzmayên hevkariya rêveberî di navbera saziyên sivîl ên li her du taxan û Meclisa parêzgeha Helebê de gotûbêj kirin.
Di çarçoveya xebata hevbeş de rihetiyek ji bo pêşdeketine bûyî hebû.
Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser û Şam ji bo rewşa Efrînê wê bicive
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku wan li ser lidarxistina civîneke taybet ku aliyên têkildar ên hikûmet û Rêveberiya Xweser bicivin li hev kiriye da ku bigihînin planeke xebatê ya zelal ji bo Efrînê û got:
Em li nava her du taxan geriya û nuqteyên nû hatine çêkirin şopandin û dîtin ku di nava şêniyan de rihetiyek heye.



