Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ragihand ku li Sûdanê di dema şer de sala 2024’an herî kêm 8 hezar kes winda bûn.
Serokê delegasyona Komîteyê li Sûdanê Daniel O’Malley ragihand ku herî kêm 8 hezar kes winda ne .
Daniel diyar kir ku ev yek rêjeyeke biçûk a hejmara giştî ya bûyerên windabûnê ye.
Her wiha Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric jî got:
“Hêzên paramîlîter tirsa mezinbûna şer li Sûdanê, piştî rojek ji ragihandina avakirina hikûmeteke hevrik nîşan dan.
Stephane Dujarric wiha gotinê xwe bi dawî kir:
“Em weke civaka navneteweyî, ji bo gelê Sûdanê ji vê felaketa metirsîdar rizgar bibe û ji bo dema derbasbûnê guhertinên maqûl bêne kirin, rê û rêbazan peyda bikin ku bibin alîkar.”
General Mohamed Hamdane Daglo roja Sêşemê eşkere kiribû ku wan hikumeteke hevrik ava kirine.



