6 roj e hêzên desthilata Şamê derbasbûna karwanê alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Peravê Sûriyê asteng dike.
Karwanekî alîkariyên mirovî yê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 11’ê Nîsanê ji bajarê Qamişlo bi rê ketibû.
Karwan dema ji Tebqa derket û ber bi herêmên peravê yên Sûriyê ve bi rê ket, hêzên desthilata Şamê derbasbûna wê asteng kir û ew neçar kir ku bizivire Tebqayê.
13’ê Nîsanê, çalakvanan bi daxuyaniyekê banga vekirina korîdorên mirovî yên ewle bêyî destwerdanên siyasî û leşkerî kir.
Tevî van hemû daxwazan jî bû 6 roj ku karwan li Tebqayê asê maye.
Di daxuyaniyeke din de çalakvanan bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku tavilê destwerdanê bikin û zextê bikin da ku alîkarî bê gihandin.
Karwanê yekem ê alîkariyê di 17’ê Adarê de derketibû û 10 hezar pakêtên xurekê radestî xelkê peravê kiribûn.



