Duh li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê Foruma Silêmaniyê bi beşdariya girseyeke mezin a siyasetmedaran li seranserî cîhanê li dar ket.
Forum li zanîngeha Amerîkayê bi rê ve çû.
hejmareke zêde ya dîplomat û akademisyenan ji Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka tê de amade bûn.
Seroka daîreya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed amade bû.
Çavkaniyekê ji forumê ragihand ku wê foruma îsal nîqaşên derbarê rewşa Iraqê û hejmareke dosyayên herêmê û navdewletî bike.
Nêçîrvan Berzanî: Divê hikûmet rêzê ji mafê hemû pêkhateyên Sûrî re bigire
Têkildarî dosya Sûriyê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî axivî û got:
Tifaqa tevahî partiyên kurdî û aliyên kurdistanî li ser çareserkirina aştiyane ya doza kurdî li Sûriyê cihê kêfxweşiyê ye.
Di vê derbarê de gavên baş li ser erdê avêtin.
Em hêvî dikin kurd li gel hikûmeta Sûrî Sûriyeke demokratîk ava bikin tê mafê hemû pêkhateyên Sûtrî were parastin û Sûriyê bibe jêdera aramiyê li herêmê.
Mesrûr Berzanî: Rojava dikare ji tecrûbeya me feydeyê bigire
Divê hikûmeta Sûriyê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrî bike.
Di heman çarçoveyê de jî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî axivî û got:
Birayên me yên Rojavayê Kurdistanê dikarin feydeyê ji tecrûbeya me bigirin.
Tê çaverêkirin ku seroka desteya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser Îlham Ehmed jî di Forumê de axaftinekê pêşkêş bike.



