Çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 638’an de bi koma 125’an didome.
Merasîmê dewre girtinê, bi beşdariya xelkê wargehê û çalavanan li saziya ciwanan hate lidarxistin.
Koma çalakiyê ya koma 125’an ji aliyê Ragihandina Azad dewre hat girtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê koma 124’an Qedrî Şirîşeyî banga Rêber Apo bibîrxist û got:
“Em bêdengiya dewleta Tirka dagirker bi tûndî şermezar dikin.
Divê demildest tecrîd bê rakirin û dewlet gavan bavêje.”
Qedrî Şirîşeyî teqezî bi armancên çalakiyê kir û got:
“Pêvajoya Rêbera Apo daye destpêkirin em pîroz dibînin û tevlî dibin.
Emê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin.”
Piştî axaftinan, koma 124’an çalakî dewrî koma 125’an kir.



