Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku ew Danezana Destûrî ya destilata Şamê napejirînin.
Jinan diyar kirin ku Sûriyeke nû bêyî dengê jinan û beşdariya wan nayê avakirin.
Jinên endamên rêxistinên civaka sivîl yên Dêrazorê li ser Danezana Destûrî ya ku desthilata Şamê derxistiye, axivîn.
Hevseroka Nivîsgeha Xizmetguzariyan a gundewarê Dêrazorê Menal El Ehmed ragihand ku destûreke tenê hebûna sembolîk dide jinan, neheqiyê didomîne.
Endama Komîteya Jinan a gundewarên Dêrazorê Kelsûm El Emîn jî tekez kir ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê tu şêweyekî nûneratiya adil garantî nake, lê siyaseta dûrxistinê bihêztir dike.
Her wiha Endama Ofîsa Arşîvê Sûad El Salih jî got:
“Ji têkoşîna azadiyê bigire heta tevlêbûna siyasî, jinan di refên herî pêş de cih girtine.
Lewma em tu hewldanên biçûkxistina wan û desteserkirina rola wan qebûl nakin.”
Di dawiyê de Endama Nivîsgeha Aborî Cinan El Ehmed bang li civata navnetewî û herêmî kir ku piştgiriyê bidin jinan.



