Çavkaniyeke Filistînê ji tora nûçeyan a Russia Today re diyar kir ku ku Îsraîlê nehişt 2 helîkopterên Urdinê bikevin Xezayê, da ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas û şandeya pê re ji Ramellah bînin Sûriyê.
Heman çavkanî destnîşan kir ku rêveberiya Filistînê bi dewletên Erebî re di nava peywendiyan de ne ku vê yekê pêk bînin û got sedemên rênedayînê siyasî ne.
Her wiha çavkanî da zanîn diviya bû helîkopter saet 2 piştî nîvro bigihîştana Xezayê, serokê Filistînê û şandeya pê re veguhastana.



