Rêvebera Navenda Hêzên Asayîşê ya taxa Eşrefiyê Nermîn Ebdo got ku ji bo ewlehî û istiqrara her du taxên kurdî li Helebê xebateke zêde dikin.
Nermîn Ebdo diyar kir ku Hêzên wan li hember hewldanên têkbirina ewlehiyê roleke girîng dilîzin û got:
“Em piştgiriyê didin jinan ku bigihêjin mafên xwe yên bingehîn û rola xwe di civakê de aktîvtir bikin.”
Hêzên Asayîşa Jin ji bo pêkanîna aramiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, xebatên xwe dewam dikin.
Vê hêzê li kêleka hêzên leşkerî li çeperên şer li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk şer kir.
Her wiha erkên xwe yên ewlekarî û parastina her du taxan pêk anîn.
Gelek jinên ji her du taxan tev li Hêzên Asayîşa-Jin bûne û di beşên Rêveberiya Bendên Kontrolê, Hêzên Operasyonê, Dezgeha Ewlekariya Giştî, Rêveberiya Trafîkê, Kontrolkirina Madeyên Hişbir, Têkoşîna li dijî Sûcan û Beşa Jinan de hatine erkdarkirin.
Piştî vekişîna hêzên leşkerî ji Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, Hêzên Aayîşê erka parastina ewlehiya her du taxan girte ser xwe.
Ev yek li gorî rêkeftinekê ye ku 1’ê Nîsanê di navbera meclisên taxan û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin.
“Em li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiyê roleke girîng dilîzin”
Rêvebera Navenda Hêzên Asayîşê ya taxa Eşrefiyê Nermîn Ebdo diyar kir ku Hêzên Asayîşa Jin li hember hewldanên têkbirina ewlehiyê roleke girîng pêk tînin.
Nermîn Ebdo destnîşan kir ku dewriyeyên wan her roj digerin, eger rewşeke biguman derkeve bi lez destwerdanê dikin.
“Em piştgiriyê didin jinan ku bigihêjin mafên xwe yên bingehîn”
Di dawiyê de Nermîn Ebdo anî ziman ku piştgiriyê didin jinan ku bigihêjin mafên xwe yên bingehîn û rola xwe di civakê de aktîvtir bikin.



