Li Sûriyê bûyerên kuştin û revandin li herêmên ku di bin kontrola desthilata Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, zêde dibe.
Tenê di nava 24 saetên dawîn de 11 kes hatin kuştine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 24 saetan û li herêmên cuda yên Sûriyê 11 kes hatin kuştine.
SOHR’ê diyar kir ku di encama nakokiya di navbera 2 şêniyan de li gundê Cedîda yê Humisê kesek hat kuştin.
Her wiha Li gundê Siwêmira yê Siwêdayê jî di encama gulebaranê de ciwanek hat kuştin.
Li taxa Cib El Cendelî yê Humisê jî komeke çekdar avêtin ser dikanekê û xwediyê wê kuştin.
Her wiha li bejahiya Tedmurê ya li rojhilatê Humisê di encama teqîna mayînek ya bermehiyên şer 2 jin jiyana xwe ji dest da.
SOHER diyar kir ku li gundê Akum ê Humisê jî 2 endamên desthilata Şamê ji aliyê komên çekdar hatin kuştin.
Li kampa Wafidîn a li herêma Dûma ya Şamê jî kesek ji ber teqîna mayinekê ya bermahiyên şer, hat kuştin.
Li bajarê Hemayê jî di encama nakokiyên malbatî jinek ji aliyê xizmên xwe ve hat kuştin.
Li herêma Bin El Ulebî yê Laziqiyê jî cenazeyê kesekî ku hatibû xeniqandin, hat dîtin.
Li herêma Merwaniya ya Dêrazorê jî çeteyên DAIŞ’ê şêniyekî ji bajarokê Ebû Herdûbê kuştiye.



