Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder şeva 15’ê Nîsanê ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê.
Nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder di beşa çavdêriya awarte de lê dimîne, daxuyaniyek nû da.
Nexweşxaneyê diyar kir ku metirsiya li ser jiyana wî dewam dike.
Di daxuyaniya nû ya Nexweşxaneya Flrence Nightingale de hate gotin:
“Nexweşê me Birêz Sirri Sureyya Onder di bin çavdêriya awarte de tê dermankirin.
Rewşa giştî bi heman rengî ye, stabîlîteya çavdêriya awarte weke parametreyên doh dewam dike.
Li hemberî enfeksiyon û înflamasyonê tedawiyên me dewam dike.
Nexweşê me di asta rîska bilind de ye û metirsiya li ser jiyana wî dewam dike.”



