Ji bo Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş qedexeya hevdîtina bi malbat û parêzeran re, didome.
Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.MIX
Malbata Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyetê ya Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serdana saziyên eleqeder kirin.
Piştî vê hevdîtinê, di 31’ê Adara 2025’an de cara duyemîn hevdîtina malbatê hat kirin.
Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin.
Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan û biraziye wî Omer Ocalan çûn hevdîtinê.
Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim , Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî hevdîtin kirin.



