Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 20’an a damezrandina xwe daxuyanî da.
Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku em ê Ronesansa Jinê pêk bînin û got: “Em sedsala 21’ê bikin serdema azadiya jinê.
Têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya salvegera 20’an a damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî da .
Koordînasyona KJK’ê di serî de behsa şoreşa Kurdistanê û gava ku Rêber Apo ji bo avakirina jiyana azad kir û got:
KJK: Rêber Apo jin weke hêmana bingehîn a tekoşînê dît
“Ji kêliya destpêkê ve Rêber Apo jin weke hêmana bingehîn a vê têkoşînê dît.
Rêberê me şoreşa Kurdistanê weke şoreşa jinê pênase kir û pêşdîtina xwe jî di vê çarçoveyê de da rûniştandin.
Artêşbûna jinê, projeya veguherandina mêr, îdeolojiya rizgariya jinê, û hevjiyana azad motîfên esasî yên vê yekê ne.”
KJK: Têkoşîna rêxistinbûyî veguherî asta sîstemê
KJK’ê diyar kir ku ew di têkoşîna azadiya jinê de ya li dijî çanda serweriya mêr a hezaran salî bû qonaxeke nû .
“Tê wê wateyê ku têkoşîna rêxistinbûyî veguherî asta sîstemê.
Sîstema jinê ya ku di asta navneteweyî de karibe serweriya mêr ji holê rake, bi qasî ku xwe bi sîstem bike dikare bi ser bikeve.
Tenê bi vê rêbazê mirov dikarin xwe bigihînin rastiya civakî’ armanca şoreşa jinê raxist pêş çavan.
Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê bi armanca sîstema konfederal a demokratîk tê meşandin.”
KJK: Em ê vê sedsalê veguherînin serdema şoreşa jinê
KJK’ê di berdewamî de da zanîn ku ew ê vê sedsalê veguherînin serdema şoreşa jinê .
Em ê li her qada jiyanê bi çanda dayik-xwedawendiyê bi nasnameya jin a azad civaka demokratîk ava bikin.
Modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û vê sedsalê veguherînin serdema şoreşa jinê.
Li ser bingeha têkilî û tifaqên demokratîk em bi hev re xwe bi rêxistin bikin, tora xwe hîn berfireh, rengîn û xurt bikin.
KJK: Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşîne
Koordînasyona KJK’ê herî dawî bang li tevahî jinan kir ku bi wesîleya vê rojê kulîlkan û daran biçînin.
Li gel meşa ber bi şoreşa jinê ve ya bi Jin, Jiyan, Azadî em sedsala 21’ê bikin serdema azadiya jinê.
Têkoşîna xwe ya ji bo avakirina sîstema demokratîk konfederal bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin.”



