Hêzên rejîma Îranê bi ser 4 gundên Zahedanê ku navenda rêveberiya eyelayetên Sistan û Belucistanê ye de girtin.
Di serdegirtinan de 2 ciwan hatin kuştin û herî kêm 18 kes jî hatin binçavkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Haalvsê; hêzên rejîma Îranê îro di danê sibehê de bi ser 4 gundên Zahedanê ku navenda rêveberiya eyelayetên Sistan û Belucistanê ye de girtin.
Di dema serdegirtina li gundê Sornaeiyê pevçûn derket û ciwanê bi navê Wali Mohamad Mohammadzahi ji hêla leşkeran ve hate kuştin.
Di heman demê de muhafizekî şoreşê jî di pevçûnê de hate kuştin û herî kêm sê jî birîndar bûn.



