Rêveberiya kampa Holê şandeyek ji Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a Rêveberiya Xweser ku serdana kampê kiribû, derbarê hemleya ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê agahdar kir.
Şande ji hevseroka desteyê Zehra Semo û endam û rêveberên destyê pêk hat. Şandeyê bi rêveberiya kampê re hevdîtin pêk anî.
Di serdanê de, rêveberiya kampê bi berfirehî geşedanên dawî yên hemleya ewlehiyê ya ku duh (18ê Nîsanê) ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li kampa Holê û derdora wê dabûn destpêkirin, rave kir.
Li gorî daxuyaniya ku îro ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye dayîn, di çarçoveya hemleyê de heta niha 16 çeteyên DAIŞ’ê di nava kampê de hatine girtin û hin çek û cebilxane jî hatiye desteserkirin.
Şandeyê diyar kir ku divê hemleyên wiha berdewam bikin ji bo pêşîgirtina çalakiyên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin.
Kampa Holê 45 km dûrî bajarê Hesekê ye û nêzîkî 13 hezar û 124 welatiyên Iraqî, 15 hezar û 805 welatiyên Sûriyeyê û 6 hezar û 385 kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê têde hene.



