Îro gera duyem a civînên Amerîk û Îranê, li Romayê pêk hatin.
Îranê ragihand ku heta Amerîka gefên xwe ranwestîne, wê tu lihevkirin di navbera wan çênebin.
Îro, nûnerên herdu aliyan derheqê sîstema nukler a Îranê de, li Romayê 4 saetan li hev civiyan.
Ev gera duyemîn ji hevdîtinên herdu aliyan e.
Berî niha herdu dewletan ragihandibû ku civîna wan a yekem avaker bû.
Şêwirmerndê Xamnayî got ku eger Amerîka gefên xwe nesekinîne û Israîlê bêdeng neke, wê tu lihevkirin çênebin.
Her wekî hat eşkerekirin ku Amerîka şertên xwe zehmet kirine û heta niha tu lihevkirin çênebûye.



