Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku PKK’ê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesih kirinê eşkere kir lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî di hevpeyvîneke bi televîzyoneke taybet re têkildarî pêvajoya çareseriyê banga sedsalê ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, axivî.
Talebanî diyar kir ku PKK’ê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesih kirinê eşkere kir, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.
Serokê (YNK) di derbarê heta Amerîkiyan de jî wiha got: wan bi dilgiranî ji min re gotin ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe lidar bixe.”



