Hêzên Asayişê ragihand ku di roja sêyemîn a operasyona li kampa Holê de 4 çete hatin girtin û hin çek hatin desteserkirin.
Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlekariyê ya ku ji aliyê Hêzên Asayişê û Hêzên Asayişê-Jin ve ,li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hatiye ragihandin di roja sêyemîn de ye. Operasyon bi desteka şervanên QSD û YPJ’ê dewam dike.
Hêzên Asayişê der barê roja sêyemîn a operasyonê de ev agahî parve kirin: “Operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê di roja xwe ya sêyemîn de didome.
Di operasyonê 4 çete hatin girtin. Çeka klaşinkov, rextek û çend mermî jî hatin desteserkirin.”



