Êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî gerîla berdewam dikin.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk ji hewayî û bejahî ve 360 car qadên gerîla bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişan de daxuyanî da agahî parve kir.
HPG’ê diyar kir 18’ê Nîsanê tunelên li Girê Amediyê yên li Rojavayê Zapê carekê bi teqemeniyên qedexekirî, Girê Bahar yê Zapê carekê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
18 û 19’ê Nîsanê jî gelek qadên Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê 358 caran bi çekên giran, top û obusan hatin topbarankirin.
HPG’ê ragihand 18’ê Nîsanê li qada Sergelê ya Zapê obusek ku çeperên gerîla topbaran dikir bi droneyeke kamîkaze ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hate îmhakirin.
Her wiha hate diyar kirin 19’ê Nîsanê jî li Qada Girê Amediyê ya li Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk bersiva êrişên dagirkeran hate dayîn.



