Dermankirina Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder li nexweşxaneyê didome.
DEM Partî eşkere kir ku wê serokwekîlên koma wan bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re hevdîtinê bikin.
DEM Partî têkildarî rewşa tenduristiyê ya Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dermankirina Onder a li beşa lênihêrîna awarte didome.
DEM Partiyê, îdiaya ku wê kesekî cuda li şûna Sirri Sureyya Onder di Şandeya Îmraliyê de cih bigire derewand û got:
“Ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder û karê zêde yê Pervîn Buldan yê li nexweşxaneyê, wê Serokwekîlên Koma me bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin.”
Şandeya Îmraliyê diviyabû ku 18’ê Nîsanê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re hevdîtin bikira.
Lê ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureya Onder ve hevdîtin hate paşxistin.


