Buroya Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê “dadmendiya veguhîz di Sûriyê de û çawaniya pêkanîn wê” li bajarê Qamişlo panelek lidar xist.
Di panelê de kesayetên serbixwe yên çandî û civakî û nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser amade bûn.
Tê de girîngiya pêkanîna dadmediya veguhêz, destûra nû ya Sûriyê, rola jin û giringiya guhertina destûrê hat niqaşkirin.
Jinên tevlî panelê bûn, diyar kirin ku desthilata Şamê hewl dide destkeftiyê jinan tine bike û got:
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahiya salên Şoreşê de bi rolên pêşengiyê rabûn û berdêlên giran dan.
Niha jî hewl tê dayin keda wan bê xwarin.
Em jî bi rêka van çalakiyan hewl didin rêya Sûriyeke demortîk ku têde jin xwedî rol be xêz bikin.



