Şandeyeke Fransî ku ji jinên çalakvanên mafên jinan pêk tê, bi armanca ku ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nêz ve nas bike, serdana Komîteya Têkilî û Peymanên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star a li bajarê Qamişloyê kir.
Ev serdan di çarçoveya vexwendinên ku Kongra Star ji şandeyên navneteweyî yên têkildarî pirsigrêkên jinan û rêxistinên civakî re şandibûn, hat kirin.
Endamên Kongra Star ji şandeyê re mekanîzmaya rêxistinên jinan ên li Rojava, rêbazên xweparastina civakî û parastina jinan nirxandin.
Her wiha rêbazên çareserkirina pirsgirêkan, rola jinan di hemû saziyan de û wekheviya zayendî ya di rêvebirinê de agahdar kir.
Endamên şandeyê hevdîtina bi Kongra Star re girîng nirxand û diyar kirin ku divê ezmûna dewlemend a li herêmên xwe bi civakên xwe re parve bikin da ku xebata jinan û rola wan di jiyana siyasî û civakê de bi pêş bixin.



