Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv ji me re ragihand ku wê sibe dîroka lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdî li Rojava diyar bibe.
Hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsiv got ku hemû partî û hêzên siyasî yên Kurd li Rojava li ser roja lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdî li hev kirine.
Perwîn Yûsiv dibêje ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî , wê sibe dîroka lidarxistina konferansê eşkere bike.
Di Mijdara derbasbûyî de partî, rêxistin û kesayetên Kurd ji bo lidarxistina Konferansa Neteweyî û avakirina helwesteke siyasî ya yekgirtî dest bi danûstandinan kirin.
Ji bo vê jî komîteyeke amadekar ku ji nûnerên partî, rêxistin û kesayetên serbixwe pêk dihat hat avakirin.
Konferansa Neteweyî gelek caran hat paşxistin û ev yek bû sedema nerazîbûn û rexneyên civakê, lewma fişara civakê li aliyên peywendîdar kir ku lezê bidin civînên xwe û biryara lidarxistina Konferansa Neteweyî bibin.



