Ji rojnameya ‘Kurdistanê’ dest pê kir û ber bi ragihandina heqîqetê ve meşiya..Îro 22’ê Nîsanê 127 saliya rojnamegeriya Kurdî ye.
Rojnamegeriya Kurdî ji ku gihîşt ku? Emê di vê nûçeyê de nas bikin.
Temenê wê 127 sal e, lê dîroka gelekî ji nava qirkirinê tomar dike û radigihîne..
Belê, em qala kurtedîroka rojnamegeriya kurdî dikin..
Rojnamegeriya kurdî li gel êrişên qirkirin û çewsandina nasnameya kurdan Ji sala 1898’an ve pêş ket..
Ji ber zext û zordariya li ser Kurdistanê ev gava dîrokî li derveyî Kurdistanê hate avêtin.
Ji ber ku rojname di 22’ê Nîsanê de derket, ev roj piştî 75 salan di 1973’an de weke roja rojnamegeriya Kurdî hat diyarkirin.
Rojnameya Kurdistan tevî hemû derfetên kêm û zextên wê demê, bi 31 jimaran ji rojnamegeriya kurdî re bû bingeh.
Mîdhat Bedirxan sedema derxistina rojnameyê jî bi van gotinan şîrovekir:
Li cîhanê çiqasî misliman hebin, li gund û bajarên wan dibistan û rojname hene. Kurd ji rojnameyan bêpar in. Bi qiweta xwedê ji niha û pê ve ezê her 15 rojan carekê rojnameyekê binivîsînim..
Rojnameya Kurdistanê piştî Qahîreyê li Swîsre û Londonê jî hat derxistin.
Li pey vê gelek rojnameyên mîna Azadî, Welat, Gelewêj, Hawar, Jiyan û Ronahî hatin weşandin..
Ji gavên herî mezin di rojnamegeriya kurdî de jî yên salên 90î vekirina Telefezyona MED TV bû.
MED TV Televîzyona yekemîn a kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir..
Lê ji ber êrişên dagirkerên Kurdistanê MED TV 1999’an de hate girtin.
Rojnamegeriya Kurdî li gel zextan bûye dengê gelê Kurd
Ji wê demê û heta niha jî zextên li dijî rojnamevanan dawî nebûye..
Tirkiyê jî mîkana herî ber bi çav e.
Bê guman di vê rêyê de keda Rewşen Bedir xan, Gulbet ElîEsoz, Ronak Mûrad û hevalên wan nayên ji bîr kirin..
Di bin banê ragihandina azad de, qada ragihandina jinan jî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re fireh bû..
Di şopandina rastiyê de gelek rojnemevan canê xwe feda kirin
Rojnamevanên Jin ji rojnameyekê ber bi ajans û tv’iyan meşiyan û bi hawara jinan ve çûn.
Li dijî zimanê baviksalar, rojnamegeriya jin bi zimanê jina azad, jiyaneke wekhev li ser piransîbên hevjiyana azad wê çawa be, xebatê dimeşandin.
Di rêya şopandina rastiyê de gelek kesan canê xwe feda kirin û bûn şehîdên çapemeniya azad.
Lê li pey wan mîrasekî xurt ji têkoşînê di qada ragihandinê de hate avakirin.



