Bi boneya salvegera 127`emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî, li Zanîngeha Kobanê çalakiyeke hat li darxistin. Zanîngehê nûçegihana ajansa me xelat kir.
Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî Zanîngeha Kobanê çalakiyek li dar xist. Bi sedan xwedekar û şêniyên bajêr beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û ev roj li hemû rojnamevanan pîroz kir û got: “Ev roj di dîroka gelê Kurd de gaveke nû bû, ev gava danasîna çand û nasnameya Kurdî bû.”
Hevseroka Peymangeha Bilind a Raghandinê ya Zanîngeha Kobanê Rûken Moro axivî û got:” Roja Rojnamegeriya Kurdî rastî derxist holê.
Weke vê rojê ji aliyê Miqdad Midhed Bedirxan ve rojnameya Kurdistan derket. Em jî li Peymangeha Bilind a Ragihandinê dibêjin ku em ê heta dawiyê li pey doza gelê xwe bin û sal bi sal nifşên nû pêşwazî bikin.”
Ji mamosteyên Peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Kobanê Elî Nebo li ser girîngiya vê rojê semînerek dan. Her wiha rojnamevanê Kurd Reşad Sorgul jî bi rêya videoyê tevlî panêlê bû û dîroka vê rojê nirxand.
Piştî panelê Zanîngeha Kobanê nûçegihana ajansa me Dicle Ehmed ji ber keda wê ya di ragihandina rastiyê de hat xelatkirin. Dicle Ehmed jî got, ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya ragihandina azad derkeve û rêya heqîqetê bişopîne.
Di çalakiyê de wêneyên ku xwendekarên Peymangeha Bilind a Ragihandinê kişandibûn hatin pêşandan.
Çalakî bi stranên hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û gerandina dîlanê bi dawî bû.



