Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan di civîna heftane ya partiyê ya li Meclisê de hevdîtina bi Rêber Apo re nirxand.
Tuncer Bakirhan daxuyaniyên şandeya Îmraliyê bibîrxist û got ku divê hikumet însiyatîf bigre û siberoja hevpar a 85 mîlyonî çerxê bizîvrîne.
Her wekî Bakirhan bang kir ku tecrîd di dema herî nêz de ji holê were rakirin.
Bakihan got ku şandeya Îmraliyê ragihandiye birêz Ocalan bi tempoyeke bilind û bi moraleke bilind xebatên xwe didomîne û ji pêvajoyê bi hêvî ye.
Birêz Ocalan diyar kir ku bendewariya hevpar a her kesî ye ku geşedanên di hefteyên pêş de pêvajoyê bileztir bikin.
Difikire ku ev pêvajo dê di rojên pêş de leza xwe bi dest bixe.
Tuncer Bakirhan:Divê hikûmet êdî însiyatîfê bigire
Her wekî ji bo pêvajoyê Bakirhan dibêje divê hikumet êdî însiyatîf bigire û siberoja hevpar a 85 mîlyonî çerxê bizîvrîne.
Banga Ocalan bangewaziyek e ku em 100 salên din bi hev re ava bikin bêyî ku rabirdûyê înkar bikin lê bêyî ku li paşerojê rûnên.
Tuncer Bakirhan: Divê tecrîd di dema herî nêz de ji holê were rakirin
Li ser tecrîda Rêber Apo jî Bakirhan tecrîdê weke qutkirina nefesa ku rê li ber aştiyê vedike, ber bi dilê aştiyê ve diçe pênase kir.
Ji bo ev beden karibe bijî, ji bo ev beden nefesê bistîne, divê tecrîd di dema herî nêz de ji holê were rakirin.
Tuncer Bakirhan: Başkirina şert û mercên Birêz Ocalan başkirina Tirkiyê ye
Şert û mercên ku Birêz Ocalan karibe bixebite, têkiliyê deyne, biaxive û tevkariyê li aştiyê bike, divê tavilê were avakirin.
Başkirina şert û mercên Birêz Ocalan her wiha başkirina Tirkiyê ye.



