Êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser qadên gerîla bê navber didomin.
HPG’ê ragihand artêşa dagirker 869 caran bi balafir, çekên giran, top û obusan êriş pêk anîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir 19 û 20’ê Nîsanê Girê Bihar yê Zapê û qada Spindarê ya Garê 3 caran bi balafirên şer hat bombebarankirin.
20, 21 û 22’ê Nîsanê jî gelek qadên girêdayî Xakurkê, Garê, Metîna û Zapê 866 caran bi çekên giran, top û obusan hatin topbarankirin.
HPG’ê ragihand roja 19’ê Nîsanê li Herêma Xakurkê sîstemeke sabotajê ya berê hatibû bicihkirin bi leşkerên Tirk ên dagirker teqiya û herî kêm 3 dagirker birîndar bûn.
Dîsa 19’ê 20’ê Nîsanê li Zapê bi dronên kamîkaze ya Yekîneya Şehîd Axîn Mûş li hedefên artêşa Tirk a dagirker hate xistin û li Metînayê jî droneyeke bombebarkirî ji aliyê hêzên gerîla ve hate desteserkirin.



