Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe ya 39’an de ji aliyê gaziyên li herêma Şedadê ve hate bîranîn.
Gaziyên Şedadê doh civîneke bîranînê ji bo gerîla û fermandar Ezîz Ereb yê ku di sala 1986’an de di nava refên Tevgera Azadiyê de şehîd bû, lidar xistin.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan, Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzidî behsa jiyan û têkoşîna şehîd Ezîz Ereb kir.
Di destpêkê de Laleş Êzidî got:
“Piştî perwerdeya azadiya gelan ya li gel Rêber Apo ya di sala 1983’an de Ezîz Ereb berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
“Ezîz Ereb dilsozê fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bû.
Em Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 39’an de bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Her wiha Laleş Êzidî ragihand ku bi saya fedekariya şehîd Ezîz Ereb û hemû şehîdên azadiyê îro Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gihaştiyê vê astê û got:
“Em weke gaziyan di vê pêvajoya hesas de divê di asta herî bilind de em bi rol û mîsyona xwe rabin.
Divê em her tim ji bo gel û azadiya fîzîkî ya Rêberê me di nava têkoşînê de bin.
Ji bo em bibin layiqî Rêber Apo û şehîdanên me divê em zêdetir di nav karê têkoşînê de bin.”



