Operasyona Ewlehiyê ya li kampa Holê a li dijî şaneyên DAIŞ’ê di roja 6’an de bi dawî bû.
Asayîşê diyar kir ku wan 20 endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan girtin, her wiha gelek çek û cebilxane destdeser kriin û hewldaneke reva komî asteng kirin.
Asayîşê anî ziman ku ev operasyon serkeftineke mezin a hêzên wan di pêkanîna ewlehiyê de ye.
Di 18’ê Nîsana 2025’an de hêzên Asayîşê bi hevkariya hêzên YPJ’ê û QSD’ê, Operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê dan destpêkirin.
Armanca operasyonê jihevxistina şaneyên razayî û xurtkirina ewlehiyê li hundir û derdora kampê bû.
Di roja 6’an a Operasyonê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û operasyon bi dawî kir.
Asayîş: Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna ewlehiyê de ye
Asayîşê da zanîn ku operasyonên paqijkirinê û serdegirtinên armanckirî li gelek beşên kampê hatin kirin, her wiha operasyonên taybet li derveyî wê jî hatin kirin û got:
Ev operasyon serkeftina hêzên me di pêkanîna derbeke nû li şaneyên terorîst ên ku hewl didin rewşa mirovî ya di hundirê kampê de ji bo pêkanîna planên xwe yên teroristî bi kar bînin, piştrast dike.
20 endamên DAIŞ’ê û hevakrên wan hatin girtin
Encamên Operaseyonê bi vî rengî ye.
-20 endamên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin.
-Di konekî de 3 çeke kalaşnîkov û demançek û gelek şarjor, cebilxane û alavên leşkerî yên di nava kon de hatibûn veşartin hatin desteserkirin.
-Hewldaneke reva komî ya ku ji aliyê şaneyeke li hundirê kampê û şaneyeke din a li derveyî kampê hatibû koordînekirin hat astengkirin û hemû endamên şaneyê hatin girtin.
Asayîş: Divê civaka navnetewî berpirsyariyên xwe derbarê kampa Holê de bi cih bîne
Di dawiyê de Asayîşê bang li civaka navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî yên derbarê mijara kampa Holê de bigire ser milê xwe û got:
Ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li vir girtî bi cidiyet bixebite û piştgiriya pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike da ku bi awayekî bi bandor û ewle vê dosyaya dijwar bi rêve bibe.
Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bidomînin û li ser her tevger û çalakiyên bi guman hêzên me agahdar bikin.
Ji ber ku ewlekariya civaka me berpirsyariyeke kolektîf e û pêwîstî bi hevkariya her kesî heye.



