Êrîşa li herêma Keşmîr a Hindistanê êrîşa herî giran a 25 salên dawî ya li hemberî sivîlan e.
Heta niha di êrîşa çekdarî de 26 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê temamiya kesên jiyana xwe ji dest dan mêr bûn, tenê yek ji Nepalê bû û yên din hemû li Hindistanê diman.
Heta niha ti komê berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.
Hêzên ewlekariyê yên Hindistanê ji bo girtina êrîşkaran dest bi opreasyoneke berfireh kirin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî serdana xwe ya fermî ya li Erebistana Siûdî nîvco hişt, êrîş weke ‘êrîşeke namerdane’ pênase kir û ragihand ku berpirsyar wê bêne darizandin.
Rêveberê herêma Cemmû û Keşmîrê Omar Abdullah jî bûyer weke bûyereke gelekî mezin a salên dawî pênase kir.
Artêşa Hindistanê diyar kir ku du kesên ku guman jê dihate kirin pêwendiya we bi êrîşê re hebû li herêma Baramûlla ya Keşmîrê hatin kuştin.
Keşmîr di navbera Hindistan û Pakistanê de ji sala 1947’an û vir ve navenda nakokiyên serweriyê ye.



