Ermenên li bajarê Til Temirê, salvegera 110’emîn a Komkujiya Ermenan bi bîr anî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berdewama Dewleta Osmanî ye ku li dijî gelên herêmê komkujiyan pêk tîne.
Pêkhateya Ermen a li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, salvegera 110’an a Komkujiya Ermenan ku Dewleta Osmanî di nava salên 1915-1917’an de pêk aniye, bi merasîmekê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi bîr anî.
Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen ev merasîm organîze kir.
Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajêr amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk berdewama dîrok û siyaseta Dewleta Osmanî ye ku sûcên qirkirinê li dijî Ermen, Suryan-Asûr-Kildan, Kurd û gelên herêmê pêk anîne.
Ji fermandarên Tabûra Nûbar Ozanyan, Manuel Denier Gyan axivî û got: “Em îro, li vir salvegera biêş ku di ser gelê me yê Ermen re derbas bûye, bi bîr tînin.
Gelê me yê Ermen bi destê Osmaniyan di hovanetirîn sûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirina etnîk re derbas bû.
Dewleta Tirk a dagirker a îro jî, berdewama wan siyasetên qirkirin û înkarkirinê ye.”
Manuel Denier Gyan diyar kir ku xelkê bajarê Til Temirê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk sekinî, modela jiyana hevbeş û berxwedanê îsbat kir.
Li aliyekî din jî fermandarekî Meclisa Parastina Xabûr a Asûrî Shamas Keferkis diyar kir ku 24’ê Nîsanê ji bo Ermen, Suryan-Asûr-Kildan û ji bo tevahî gelên herêmê rojeke biêş e.
Shamas Keferkis bang li malbatên şehîdan ên Asûrî, Partiya Suraya Demokratîk û civata navneteweyî kir ku Komkujiya Ermenan nas bikin û dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên dîrokî û yên berdewam ceza bikin.
Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê ku rastiyên komkujiyê aşkera dike, bi dawî bû.



