Hêzên Asayişê da zanîn ku 3 kesên diziya alavên elektronîk dikir, li taxa Eşrefiye ya Helebê hatin destgîrkirin.
Hêzên Asayişê da zanîn ku duh li taxa Eşrefiyê ya Helebê 3 kesên ku diziya alavên elektronîk dikir, destgîr kirine.
Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate diyarkirin endamên koma ku dizî dikir, 2 rojan hatine şopandin û hemû endamên komê hatine destgîrkirin.
Bi kesên destgîrkirî re 34 telefonên destan, iPadek û 535 hezar lîreyê Sûriyeyê ku di malekê de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku bersûc û alavên pê re hatine desteserkirin, sewqî dadgehê kirine.



