Di nava çekdarên girêdayî Desthilata Şamê de, gelek nasnameyên biyanî hene.
Ev mijar bû rojeveke navneteweyî û gelek fişar li Ehmed El-Şeri tê kirin.
Herî dawiyê, El-Şeri plana xwe ji bo wan eşkere kir.
Li gor çapemeniya Amerîkî, wê Ehmed El-Şeri nasnameya sûrî bide wan çekdarên biyanî.
Li gor rojnameyê, Şeri vê yekê dike da ku ew çekdar darbeyekê li dijî wê pêk neyinin.
Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri ji rojnameya NewYork Times a amerîkî re qal kiriye ku gerek wan çekdarên biyanî razî bike da ku li dijî wê darbeyekê pêk neyînin û karên tolhildêr li hindirê Sûriyê nekin.
Her wekî rojnameya amerîkî dibêje ku dibe desthilata Şamê nasnameyên sûrî bide van çekdarên biyanî ku bi salane li hindirê Sûriyê mane.
Mijara çekdarên biyanî bû mijareke nerazîbûnê li gel Amerîka, Almanya û Fransayê û derxistina wan ji Sûriyê, wekî şertekî danîne pêşiya Ehmed El-Şeri.



