Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç têkildarî kampanya ‘Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê re dicivin’ axivî.
Sema Koç destnîşan kir ku ev kar ji bo avakirina aştiyê gelekî girîng e.
Her wiha Sema Koç got: “Gelê Krdistanê her tim aştiyê dixazin”
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rêya DEM Partiyê ji raya giştî û cîhanê re belav kir.
Banga Rêber Apo weke bangeke dîrokî hat bi navkirin û li hemû dunyayê deng veda.
Her wiha DEM Partî di çarçoveya banga Rêber Apo dixwaze li Amedê bi milyonek 145 hezar kesî re rû bi rû bicive.
Li ser vê mijarê Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sema Koç axivî.
Sema Koç anî ziman ku ev banga gelekî bala gel kişand, rêxistiniyeke cidî jî xwedî li bangê derket û got:
Sema Koç: Nîqaş bi 50 hezar kes li ser banga rêbertî hatiye kirin
“Gel di 8’ê Adarê û Newrozê de bi rengekî girseyî xwedî li bangê derket.
Partiya me, di asta navenda giştî de li gelek deveran civînên gel lidar xist.
Armanca me ji vê yekê ew e ku ji gel re qala banga Rêbertî bikin..
Me li ser vê bangê nîqaş bi 50 hezar kesî re kir.”
Her wiha Sema Koç destnîşan kir ku bêyî çudahiyê têxin nav îdeolojiyê we ê ji her kesî qala vê pêvajoyê bikin.
Em ê nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel ên di vê pêvajoyê de werbigirin.
Sema Koç: Me gelek berdêlên giran di şerê 50 salî de danî
Sema Koç ragihand ku li her qadê ew hesreta aştiyê ya gelan tînin ziman û got:
“Me her tim digot pêwistiya vê xakê bi aştiyê heye.
Ev 50 sal em di nava şer de ne, di vî şerî de me berdêlên giran dan.
Ji ber vê yekê axaftina li ser aştiyê girîng û pêwîstî ye.
Kurdistan û Tirkiya nû ya ku bi banga aştiyê bê avakirin wê bi her kesî bide qezençkirin.”
Sema Koç: Gelê Kurdistanê aştî xwazin
Sema Koç wiha dawî li gotinê xwe anî:
“Gelê Kurdistanê demeke dirêj e ji xwe daxwaza aştiyê dike.
Nêrîna gel a li ser vê mijarê, piştî bangê jî bi heman rengî bû.
Divê em van detayan hemûyan rû bi rû binirxînin.
Ji bo bidawîkirina xisarên vî şerî, ji bo bicihanîna daxwazên gel em ê têbikoşin.”



