Şêniyên gundê Qana ku 30 KM dûrî bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê ye, di salên dawîn de çandinî li gundê xwe bi pêş xistin.
Şêniyên gundê Qana bi rêya bikaranîna rêbazên nûjen ên çandiniyê, di serî de avdana bi dilopan û malên plastîkî, çandiniya xwe zêde û pêş dixin.
Li gund berhemên xiyar, zebeş, firingî, pîvaz û sîran çandiniyên sereke ne.
Zêdetirî nîva rûbera çandiniyê ya herêmê bi van sebzeyan tên çandin.
Cotkar Ehmed El Eklê anî ziman ku ev pêşketin di encama keda takekesî û alîkariya pisporî de rû da û got:
Mirov dikare bi ked û afirîneriyê axê veguhêze jêdereke dewlemend a xwarinê.
Em niha di lûtkeya werza berhevkirina xiyaran de ne.
Bi hatina serê meha bê re, em ê dest bi berhevkirina firingî û zebeşan bikin.
Lê belê ev serkeftin û pêşketin bi alîkariyeke cidî ya aliyên berpirs ve girêdayî ye.
El Eklê bang li rêxistinên çandiniyê û saziyên xwecihî kir ku alîkariyên aborî bidin an jî nirxên kelûpelên çandiniyê erzan bikin.
Şêniyên gundê Qadan hêvî dikin ku tecrûbeya wan bibe destpêka gavên mezintir ên ber bi çandiniya pêşketî û domdar li kantonê.



